Danezana Gerdûnî ya Mafên ZimanîPêşkêşî nivisînanRêxistin û sazgehên nedewletî îmzakerên vê Danezana Gerdûnî ya Mafên Zimanî, di 6 ta 9ê Hezîrana 1996an de li Barselonayê civyayî, Herwekî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov ya 1948an ku di dîbaçeya xwe de "Baweriya xwe ya bi mafên bingehî yên mirov, di nav weqar û rûmeta kesê mirovî de û di wekheviya mafên mêr û jinan de" takîd dike û di benda xwe ya 2an de dinivîse ku bê tu cihêyî " Heryek, nemaze bêyî cihêyiya nijad, reng, zayend (cisn), ziman, ol, ramana siyasî an her ramana din, eslê neteweyî an civakî, serwet, zayîn an her rewşeke din, xwediyê hemû maf û hemû azadiyên ku di vê Danezanê de hatine daxuyanîkirî ye"; Herwekî Peymana Navneteweyî pêwendîdara Mafên Jiyarî û Siyasî ya 16ê Kanûna 1966an û Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya eynî tarîxê ku di dîbaçeyên xwe de îlan dike ku mirov azad nabe eger li derdora wî mercên serekî peydanebin da ku ew bikaribe ji mafên xwe ên jiyarî û siyasî wek ji mafên aborî, civakî û çandî kelbigire (fêdê bibîne); Herwekî Biryarnameya 47/135 ya 18ê Kanûna 1992an ya Civîna Gelemperî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (Danezana mafên kesên ji hindikayiyên neteweyî an nijadî, oldarî û zimanî); Herwekî danezan û konvensyonên Heyeta Ewropayê wek Konvensyona Ewropayî bo Parastina Mafên Mirov û Azadiyên Najêger ya 4ê Teşrîna 1950î (Benda 14an); Konvensyona Heyeta Wezîrên Heyeta Ewropayê ya 29ê Hezîrana 1992an ya ku Peymana Ewropî li ser zimanên herêmî an hindikayî da qebûl kirin; Danezana Civîna Heyata Ewropayê ya 9ê Çiriya 1993an ya li ser hindikayiyên neteweyî; û Konvesyona Çerçefê bo parastina hindikayiyên neteweyî ya Teşrîna 1994; Herwekî Danezana Saint-Jacques de Compostelle ya PEN Kluba Navneteweyî di 15ê Kanûna 1993an de ya Heyeta wergerandinan û ya mafên zimanî ên PEN Kluba Navneteweyî ya li ser pêşniyariya afirandina konferanseke cîhanî li ser mafên zimanî; Herwekî Danezana Récife (li Brazîlê) ya 9ê Çiriya 1987an, Semînera XXIIan ya Rêxistina Navneteweyî bo Peşvebirina Guhestinên navçandî ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku ew bi tevgerên dilniya rabe bo daneqebûlkirin û bicîhanîna Danezaneke Gerdûnî ya Mafên Zimanî; Herwekî Konvensyona nemre 169 ya Encûmena Navnteweyî ya Kar ya 26ê Hezîrana 1989an li ser gelên sirûştî li welatên serbixwe; Herwekî Danezana Gerdûnî ya Mafên hemûkî (kolektîv) ên Miletan ya Gulana 1990î li Barselonayê, îlan dike ku her milet maf heye çanda xwe, zimanê xwe û teşeyên jiyana xwe pêşkêş bike û pêş ve bibe, û bo pêkanîna vê yekê, mafê wî miletî heye ji xwe re bingehên xwe ên siyasî, ên perwerdekirinê, guhestînê û îdareya giştî, di çarçefên siyasî cuda de, peyda bike; Herwekî Danezana Gelemperî ya Civîna Giştî ya Federasyona Navneteweyî ya Mamosteyên Zimanên zinde ku li Pécs (Li Meceristanê), di 16ê Tebaxa 1990î de hatiyê qebûl kirin û ya ku pêşniyar dike ku " mafên zimanî gerek wek mafên bingehî ên mirov bên hesibandin"; Herwekî rapora Komisyona Mafên Mirov ya Heyeta Aborî û Sosyal ya Neteweyên Yekbûyî, ya 20ê Nîsana 1994an, li ser nivîsa demekî (mueqet) ya Danezana Mafên gelên sirûştî, Danezana ku mafên kesan di roniya mafên hemûkî (kolektîv) de dibîne; Herwekî nivîsa demekî ya Danezana Komisyona Navamrîkayî ya Mafên mirovî li ser mafên gelên sirûşkî, ku di kombûna 1278an de ya 18ê Îlona 1975an hatiye qebûl kirin; Herwekî di cîhanê de pirahiya zimanên geftkirî (tahdîdkirî) yên gelên ne xwedî serwerî ne û ku du hokarên (faktor) serekîn nahêlin ku ev ziman pêş ve biçin, herwekî nebûna xwedewletiya van civakên zimanî û siyaseta Neteweyên ku destgehên xwe ên siyasî û îdarî û zimanê xwe li ser wan ferz dikin, du hokarên ku rê zû didin zimanine din da ku şûna wan bigirin; Herwekî êrîş, dagîrkirin û bindestî û, weha jî, teşeyên (şiklên) din ên paşkoyîtiya siyasî, aborî an civakî pircar bi xwe re danana (ferzkirina) yekser ya zimanekî biyanî, an bikêmanî krêtkirina têgihaştina nirxê zimanan, bi xwe tînin, an çêbûna taybetmendiyên zimanî newekhev ên ku ziyanê digihînin rûmeta zimanê zimanaxêfan; herwekî bo van sedeman, zimanên çend miletên ku rizgar bûne li hember berevajoya (prosesa) şûngirtina zimanî ya girêdayî bi siyaseta ku zimanê serbajarên kevin çêtir tên xuya kirin; Herwekî gerdûnîbûyîn gerek li ser têgihaştina têvelîtiya zimanî û çandî ava bibe, têvelîtiya dûrî arezûyên (tendansên) wekhevker û arezûyên tenhahiştinê, hokarê dûrxistinê; Herwekî peydakirina bingehên gerdûnî yên rê didin misorgeriya biserxistin, rûmetgirtin û bikaranîna civakî ya giştî û arizî ya hemû zimanan pêwîst e bo ewlekirina geşbûyîna navbera civakên zimanî; Herwekî hokarên têvel ên ne zimanî (faktorên dîrokî, siyasî, deverî, xelkzanî, aborî, civakî-çandî, civakî-zarzanî û warê rewiştên kelektîv) aloziyên ku dihêlin gelek ziman winda, biçûk, riswa binin, diaferînin. Herwekî ji ber vê yekî jî gerek e ku mafên zimanî bi dîtineke giştî bêne afirandin da ku li gor her rewşê çareserkirinên dilniya (munasib) bên bikaranîn; Herwekî Danezanek Gerdûnî ya Mafên Zimanî, wek hokarê bingehî ye hevjiyana civakî, girîng dibe bo rastkirina sewsiyên zimanî û bo ewlekirina rûmetgirtin û geşbûyîna giştî ya hemû zimanan û afirandina bingehên aşitiyeke cîhanî rast û dadperwer (adil), DÎBAÇE Rewşa her zimanî, li gor dîtinên li jor, encama hevgihaştin û lihevkêrkirina qeyametek daneyên (hokarên) rengcihê ye, daneyên siyasîqanûnî; ramanî (îdyolojîk) û dîrokî; xelkzanî û deverî; aborî û civakî; ferhengî; zimanî û civakîzarzanî; û weha jî daneyên xweyî (subjektîf) Di dema anha de, ev hokarên hanê diyar dibin :
Ev Danezan, ji ber vê yekê jî, ji civakên xwedî ziman û ne ji Neteweyan dest pê dike. Ew xwe di çerçeva xurtkirina sazgehên navneteweyî de ên ku dikarin pêşveçûna domdar û dadperwer bo hemû mirovahiyê ewle bikin, dibîne. Ew herweha jî dide dû armanca pêşniyarkirina afirandina rêxistineke siyasî bo têvelîtiya zimanan li ser bingeha rûmetgirtinê, geşbûyînê û kelgirtinê (fêdeyê) ên (hevbeş). Wurdeyên têgihaştineyî
Ev Danezan dibîne ku kesên ku cihê xwe diguherînin û li ser axa civakek zimanî cihêreng bicîh dibin, maf û erkê wan e ku ew bi wê civaka zimanî re peywendiya integrasyonê bidomînin. Integrasyon bi angoya civakîkirina temamker ya van kesan bi rengekî ku ew bikaribin taybetmendiyên xwe ên çandî ên destpêkê biparêzin lê ku ew bi civaka wergir (mazûban) re baş nîşan û bawerî û rewiştiyan dabeş bikin da ku xebitîna civakî ya giştî, beyî zehmetî ji bo wan bêtir bin ku ji bo ya endamên civaka werger. Bend 5 Ev Danezan wek bingeh dibîne ku mafên hemu civakên zimanî wehhev in û ji dîtinên dadwerî û siyasî ên zimanên resmî, herêmî an kêmahî, serbixwe ne. Bikaranîna peyvên wek zimanê herêmî an zimanê kêmahî di vê nivîsê de cîh nagirin çûnkî, ligel ku di çend haletan de nasîna wek zimanê kêmahî an herêmî dikarin hebûna hin mafan hêsan bikin, lê bikaranîna van gotinan û rengdêrên din piraniya caran dikarin mafên civakek zimanî berbiçûk bikin. Bend 6 Ev Danezan yekcar qebûl nake ku li navçeyeke ji navçeyan zimenek bikaribe bê dîtin û qebûl kirin wek yê wê navçeyekê tênê ji ber ku ew zimanê resmî yê Dewletê ye an jî ew ji mêj ve li wê navçeyê wek zimanê îdarekirinê an yê hin tevgerên çandî tê bikaranîn. Sernivîsa yekem Dîtinên giştî Bend 7
Her civak maf heye ku, bêyî têkilîkirinên qayilkirî an bi zorê, ew dezgehên zimanê xwe qanûn bike, pîvan bike, biparêze, pêşve bibe û qayîm bike. Bend 10
Her civaka zimanî maf heye ku awayên wergerandina bi herdu aliyan, tiştê ku bicihkirina mafên di vê Danezanê de misoger dike, li ber destê wê hebin. Bend 12
Biryardanên vê Danezanê nabe bên ravekirin (tefsîr) an bikaranîn dijî her desthilata hundirînî an navneteweyî ku di derheqa zimaekî li ser axwa xwe biryar û karînên qenctir pêk diîne. Beş 1 Idareya giştî û rêxistinên resmî Bend 15
Her endamê civaka zimanî maf heye ku bi zimanê xwe bide û bistîne û di pêwendiyên xwe de bi dezgehên karînên giştî an beşên îdarî ên navendî, deverî, cîkî û ser deverî yên dezgehên ku erda vî zimanî ayîdî wê ye, agahiyan bistîne. Bend 17
Her civaka zimanî maf heye ku biryarê bide ku hemû qeydkirinên di tomargehên giştî de, bi zimanê navçeya wê, bên kirin. Bend 22 Her civaka zimanî maf heye ku ferz bike ku belgeyên neteweyî ên ji aliyên karmendên desthilata giştî tên, bi zimanê navçeya ku ew karmend an dadger yê berpirsyarê cihê xwe ye, bên nivîsîn. Beşê II Perwerdekirin Bend 23
Her civaka zimanî maf heye ku biryarê bide di derheqa pileya hebûna zimanê xwe de wek zimanekî gelemper û wek alava xwendinê di hemû sewiyên hînkirinê de li ser sînga navçeya xwe : pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana amadayî, xwendina teknîkî û pîşeyî, zankoyî û pêkhînana gihiştiyan. Bend 25 Her civaka zimanî maf heye ku hemû dewlemendiyên mirovî û madî li ber xwe bibîne da ku ew bikaribe xwe bigihîne pileya xwestî ji bo hebûna zimanê xwe di hemû sewiyên hînkirinê de li ser sînga navçeya xwe : mamosteyên baş pêkhînanî, dezgehên pêdagojî ên lihevhatî, destkarên hînkirinê, peredan (daravstandin), cîh û saman, alavên teknolojî ên asayî û nûjenger. Bend 26 Her civaka zimanî maf heye ku perwerde bibe da ku ew zimanê xwe, di karînên têkel ên hemû warên bikaranîna rojane xweş de, bizanibe, weha jî ku ew bikaribe xwe hînî çi zimanê ku bixwaze, bike. Benda 27 Her civaka zimanî maf heye ku bikaribe zimanên bi asaya (tradîsyona) xwe ya çandî girêdayî, wek zimanên edebî an muqedes, zimanên ku di demên kevin de, zimanên rojane ên civaka wê bûn, bixwîne. Benda 28 Her civaka zimanî maf heye ku perwerdina ku rê dide nasîna berfireh û kûr ya paşmaya (mîrasa) xwe ya çandî (dîrok û erdnasî, edebiyat) û diyarkirinên din yên çanda xwe de, bistîne, û ku endamên wê ên ku dixwazin çanda civakek din binasin, bêyî zehmetî wê çandê, fêr bibin. Bend 29
Ziman û çanda her civaka zimanî gerek, di hemû pileyên (sewiyên) zankoyî de, bibe alava xwendin û lêgerînê. Beşê III Peyvnasî (şûnnavnasî) Bend 31 Her civaka zimanî maf heye ku dezgeha xwe ya navan di hemû waran de û di hemû merc û keysan de biparêze û bikar bîne. Bend 32
Her civaka zimanî maf heye ku ew, wek di zimanê xwe de, xwe bide nasîn û pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê jî, gerek navkirinên şaş an ziyandar lê neyên kirin di wergerandina navê wê de ber bi zimanên din. Bend 34 Her kes maf heye ku mirovnavê xwe, wek ku di zimanê wî de ye, di hemû waran de, bikar bîne. Mafê wî jî heyek ku navê wî, di dezgeha nvisîna zimanekî din de, herî baş û herî nêzîkî bilêvkirina zimanê bingehî, bê nivisîn, gava nivîsîna vî navî pêwist be. Beşê IV Rêgeyên ragihandinê û teknolojiyên nû Bend 35 Her civaka zimanî maf heye ku, li derveyî dezgeha weşîn û raguhestinê ya tê bikaranîn, ku ew biryara pileya hebûna zimanê xwe di awayên ragihandina li ser navçeya xwe de, çi di warê ragihandina cîkî û asayî de, çi di awayên berfirehtir de, çi di warê teknolojiyên pêşketîtir de, bide. Bend 36 Her civaka zimanî maf heye ku hemû dewlemendiyên (imkanên) mirovî û madî ên najêger bo ewlekirina pileya ku ew ji bo hebûna zimanê xwe dixwaze û xwe-diyarkirina xwe ya çandî di hemû awayên ragihandinê li ser navçeya xwe de : karmendên bi rêkûpêk pêkhînayî, daravstandin, cîh û saman, awayên teknolojî ên asayî û yên nûjenger, li ber wê hebin Bend 37 Her civaka zimanî maf heye ku, di nava awayên ragihandinê de, ew nasîneke kûr û fireh di derheqa paşmayeya xwe ya çandî (dîrok û erdnasî, edebiyat û diyarkirinên din ên çanda xwe) bigre û waha jî, mafê wê heye ku endamên wê agahiyên herî bilind ku di derheqa çandên din dixwazin, bikaribin bigirin. Bend 38 Mafê hemû ziman û çandên civakên zimanî heye ku di naveroka awayên cîhanî ên ragihandinê de danûstandinek dadperwer û ne cudaker bi wan re bê kirin. Bend 39 Civakên ku di benda 1, paragrafa 3an û 4an de ji vê Danezanê û wek hemû civakên paragrafa 5an ji eynî bendê, mafê wan heye ku zimanê wan di awayên ragihandina li ser navçeya ku ew li ser bicih in, li ser digerin, bi şêweyekî dadperwer bê pêşkêş kirin. Pêkanîna vî mafî gerek bi pêkanîna mafên din ên civak û komên zimanî ên din ên navçeyê, lihevhatî bin. Bend 40 Her civaka zimanî maf heye ku di warê ragehînzaniyê de, di zimanê wê de, samanên li gor dezgeha zimanê wê û alavên helberînê, li ber wê hebin da ku ew bi berfirehî bikaribe ji tewanên ku ev teknolojî li hember xwe-diyarkirinê, ragihandinê, çapkirinê, wergerandinê û bi giştî ji pêkanîna agahkirinê û weşîna çandî, vedikin, kelk (fêde) bigre. Beş V Çand Bend 41
Her civaka zimanî maf heye ku di warê xwe yê çandî de bi serbestî pêşve biçe. Bend 43 Her civaka zimanî maf heye ku bikaribe xwe bigihîne berhemên ku bi zimanê wê derketine. Bend 44 Her civaka zimanî maf heye ku xwe bigihîne bernamekirinên navçandî bi saya weşîna agahdarîkirnek têrakirî û alîkariya çalakiyên fêrbûyîne bo biyaniyan an bo wergerandinê, dublajkirina filman, paş-hevdemkirinê û navnîşankirinê (sûtîtrajê). Bend 45 Her civaka zimanî maf heye ku zimanê navçeya xwe wek zimanê pêşkî ferz bike di diyarkirin û dezgehên çandî de (kitabaxne, vîdeoxane, sînema, teatro, mûze, tomargeh (arşîv), helberîna kampyûterî, folklor, industriyên çandî û hemû diyarkirinên din ên ku rastîtiya wê ya çandî pêşkêş dikin). Bend 46 Her civaka zimanî maf heye ku ew paşmaya xwe ya zimanî û çandî biparêze, di nav de jî diyarkirinên madî wek nimûne, sereçaviyên belgenamekirinê, paşmaka (mîrasê) hunerî, avazanî û avahîsazî û weh jî, hebûna neqşnivîskiya navê wê, biparêze. Beş VI Warê civakaborî Bend 47
Her kes maf heye ku zimanê xwe li ser navçeya civaka xwe di hemû çeşîtên rêxistinên civakaborî ên kar de wek rêxistinên sandîkên karkeran û yên xwedanên kar, rêxistinên pîşeyî û zibareyî, bikar bîne. Bend 50
Her kes maf heye ku çalakiyên xwe ên kar û pîşeyî di zimanê bi xwe yê navçeyê de, bikar bîne, tenê netêde gava ku dezgehên pêwendîdarên (elaqedarên) bikaranîna karekî hebûna zimanên din ferz dike, wek di rewşa mamosteyên zimanan de, di ya wergêran de û di rêberên geştyarî de. Desthilatiyên giştî (hukûmet), di warên karûbarên xwe de, gerek bo pêkanîna mafên di vê Danezanê de eşkerekirî, hemû pîvanên bikêrhatî bistînin. Gerek ji qaseyên pereyên navnteweyî alîkarî bo pêkanîna van mafan di civakên zimanî de ên bi rastî bê îmkan, bi şeweyî berbiçav, bên peyda kirin. Wek nimûne, bo qanûnkirin, rûnivîsa nivîskî, hînkirina zimanên civakên têkel û bikaranîna wan zimanan di warê îdarekirinê de, hukûmet gerek alîkariya bikêrhatî bi xwe re bînin. Duyem Hukûmet gerek çavdêrî bikin da ku desthilat, rêxistin û kesên ku di vê Danezanê de pirsa wan e, agahadrî van maf û erkan bibin û wan binasin. Siyem Hukûmet, bi qanûngeriyên ku tên bikaranîn gerek li hev bikin û di dirheqa çirandina mafên zimanî ên vê Danezanê de cezayan derxînin. Ev Danezan afirandina Heyeta Zimanan di hundirê Neteweyên Yekbûyî pêşniyar dike. Afirandin û pênasîna vê Heyetê û helbijartina endamên wê ji aliyê Civîna Neteweyên Yekbûyî gerek bê danîn û weha jî çêkirina rêxistina xwedî mafên navnteweyî da ku, di rohniya mafên di vê Danezanê de bilêvkirî, ew civakên zimanî, biparêze. Duyem Ev Danezan afirandina Komîsyonek Cihanî ya Mafên Zimanî, xwedî xwezayek neresmî û taybetmendiyek rawêjî (istişarî), ji nimînendeyên ONG û hebûnên warê mafên zimanî pêkhatî, pêşniyar dike û bi wê bang dike. Barselona, Hezîrana 1996an © Institut kurde de Paris pour la version kurde. |