Mafên Mirovî
Belavkirina agahdariyên li ser rewşa mafên mirovî beşek ji armancên destûra Enstîtuyê ye.
Gelek caran bi îstifadekirina ji valahî û têkiliyên bi rêxistin û kesayetiyên ku ji hindava xwe ve ji bo pêşketina demokrasiyê, laîkiyê aşitî û mafên mirovî dixebitin li aliyekî ; û Rêxistinên ne hikûmî (RNH), sazî, parlemen û medya rojavayî li aliyê din, Enstîtuya kurdî di hişyarkirina raya giştî ya di derbarê drama hovane ya dorhawîr bi dîwarê bêdengiyê pêçayî ku bi milyonan Kurd dijîn de roleke girîng lîst ; hilweşandina 4500 gundên kurdan, sirgûna bi sedhezaran û jahrîkirina bi gazên kîmyayî ya Kurdan li Başûr (Iraq) qedexekirina ziman û çanda kurdî, hilweşandina 3200 gund û bi zorê sirgûnkirina bi girseyî ya Kurdan li Bakur (Tirkî) ; " şerê pîroz"ê ku ji alî rejima îslamî ve li hember Kurdên Rojhilat (Iran) tê meşandin û şehîdkirina kadirên wan ên serekî li Ewrûpayê (Viyana, 1989, Berlin, 1992).
Bi ji agahdariyên bi awayekî pirr cidî hatina saxkirin destpêkirinê Enstîtuyê, bi piştgiriya RNH û kesayetiyên payebilind ên rojavayî yên çarhawîr, ku j iwan bîstkesek xwediyên Xelata Nobelê ne, kampanyayên hişyarkirinê di medyayê de pêk anîne û konferans, semîner û civîn organîze kirine da ku berê handanên di vî warî de bide armanceke bitenê û ji bo çareseriyê fikreke hevbeş pêk bîne.
Hin ji çalakiyên wê ji piştgiriya piralî ya hikûmeta fransî (Panzdeh rojiya mafên mirov a di gulana 1985-an de, Konferansa Navnetewî ya Parîsê, di çiriya pêşîn a 1989-an de) yan jî ji ya Parlemena ewrûpî îstifade kirine. Yên mayî, bi bexşên taybetî, bi beşdariya RHN û şarewaniyan hatine fînansekirin. Swed û Norveca ku bi paraztina mafên mirovî, azadiyên demokratik û pêkanîna aşitiyê ya bi riya gotûbêjê re pir sadiq in, bi awayekî dayîmî piştgiriya diravî ya çalakiyên Enstîtuyê yên di vî warî de kirine, ku ev kurteyek ji hin nimuneyên di vî warî de ne :
- Banga navneteweyî ya ji bo paraztina çanda kurdî ya li Tirkiyeyê, ku ji alî nêzîkî hezar kesên ji sîh welatên cihê, ku ji wan 24 kes xwediyê Xelata Nobelê ne ve hatiye îmzekirin û di « Le Monde » a 30-ê hezîranê, di « The International Herald Tribune » a 29-ê hezîranê û di « The Guardian »a 12 temûzê ya 1988-an de bi forma îlanê hatiye çapkirin.
Mesrefa çapê ya van îlanan bi temamî ji aliyê kardarên kurd ên Iraqî yên li Londonê ve hatiye dan. Li pey olandana vê banga navneteweyî ya ku ji karbidestên Tirk daxwaza rakirina qedexeya li ser ziman û çanda kurdî dikir, minaqeşeyekê di rayagiştî ya vî welatî de dest pê kir. Di encamê de, di nîsana 1991-ê de hikûmeta tirk qanûneke ku bikaranîna zimanê kurdî hete bi axavtina wî qedxe dikir rakir. Lê tevî vê jî hînkirin û weşana bi zimanê kurdî her qedexe bû.
- Panzdehrojiya mafên mirovî, di navbera 16-31-ê gulana 1985-an de, bi minasebeta organîzekirina rêze xwepêşandanên ku ji bo hişyariya mafên mirovî li hemî cîhanê, bi înîsiyatîfa Serokwezîr Laurent Fabius û Wezîrê çandî Jack Lang, li Parîsê dest pê kir pêk hat. Pêşangeya wêneyan li ser tevkujiya Ermeniyan li holên Enstîtuyê; konferans û minaqeşeyên li ser tevkujiyên sedsala XX-î (li dijî ermeniyan, cihûyan, qereçiyan, qemboçiyan); hevdîtinên bi nivîskarên qereçî re; pêşangeya wêneyan, konferans û minaqeşeyên li ser pêşeroja kurdan a li Navenda Rachi-yê. Tiştê herî girîn ê van xwepêşandanan konferansa di 30 û 31-ê gulanê ya li Parlemena Fransî ya bi 80 kesayetiyên ji pênc qitayan bû, ku serokê Enstîtuya kurdî jî tê de ji bo paraztina mafên mirovî amade bûbû.
- Li pey wergera kurdî ya Danezana gerdûnî ya mafên mirovî, ya Danezana mafên mirovî û hevwelatîtiyê ya 1789-an derket. Ev wergera cara pêşîn a bi zimanê kurdî bi derfeta Dusedsaliya Şoreşa fransî rê da wergereke bi pêc zimanan (kurdî, ingilîzî, erebî, fransî û tirkî) a vê Danezanê pêkhat û li nav diaspora kurdî belav bû. Di 1992-yan de, Enstîtuyê ji nû ve ev tekst çapkir û jê 50 000 lib şand başûrê Kurdistanê û li wir ji alî Komela mafên mirovî ya ku bi piştgiriya Enstîtuya kurdî hatibû avakirin li xelkê hate belav kirin.
- Di 14 û 15-ê çiriya pêşîn a 1989-an de : Konferansa Navneteweyî ya Parîsê pêk hat. Ev konferans bi sernavê “Kurd: nasnameya çandî û mafên mirovî” li Navenda Konferansên Navneteweyî ya Wezareta Karên derve, bi hevkariya Weqfa France-Libertés û bi piştgiriya diravî û siyasî ya hikûmeta fransî pêk hat. Di vê konferansê de 240 kesayetî, 85 rojnamevan ji 32 welatên Ewrûpa Rojava û Rojhilat, Amerîka, Rojhilata Navîn, Afrîka Bakur, Asya û Avûstûrya, delegasyoneke amerîkî bi birêvebiriya serokê Komisyona Karên derve ya Senatoyê; delegasyoneke xwirt a sovyetî, endamên Parlemena tirk, kesayetiyên ereb amade bûn. Kesên wek Şansolyeyê avûstûrî Bruno Kreisky, akademîsyenê sovyetî Andreï Sakharov, senator E. Kennedy jî bi mesajên xwe piştgiriya xwe ji bo Konferansê nîşan dan (Cf. Weke paşko n°3 lîsteya gotaran). Vê konferansa ku di çapemenî û medyayê de cîhekî pirr mezin girt ji bo hestpêkirina trajediya kurdan a li Iraqê û navnetewîkirina pirsa kurdî bû demeke girîng. Serketina wê îlham da înîsiyatîfên din ên wek ya Lozan (nîsana 1990-î) û Stokolmê (îlona 1990-î).
Di 30-ê çiriya pêşîn a....