Conferences : World Congress of KURDISH STUDIES : Abdullah KESKIN
Section PRESENTATION



Section PROGRAMME

Section PRESSE
Avestakurd.net
Netkurd.com
Nefel.com
World Congress of
KURDISH STUDIES

Irbil, 6-9 September 2006

Organized by the Kurdish Institute of Paris in partnership with
Salahadin University (Irbil) and with the support of the
Kurdistan Regional Government and of the
French Ministry for Foreign Affairs



Li Bakur û Tirkiye serpêhatiya lêkolînên kurdî

Abdullah KESKIN (*)

Rojbaş!

Gelek Kurdolog û zanayê naskirî li vir in. Di axaftinên xwe de bi awayekî ilmî li ser akademiya kurdî, problemên kurdnasî disekinin. Ezê jî di axaftina xwe de hewl bidim ku ji tecrubeya 15-20 salên dawî li Bakurê Kurdistan û li Tirkiye resmekî nîşan bidim.

Pêşî hinek agahiyên dîrokî;

Di zemanên modern de 3 merhaleyên girîng hene.

Merhaleya yekem; ji dawiya sedsala 19an ta avakirina cumhuriyetê tê. Yanî ji derxistina rojnameya Kurdistan ta serhildana Koçgirî, 1898-1922. Navend Stenbol e. Hemû entelijensiya kurdî li wir kom bûye. Destpêkê xwestine nasnama osmanî biparêzin, nasyonalîzma tirkî ev fikir bê bingeh hişt. Kurdan gelek tiştên xwe yên destpêkê ên nû di van salan de, li Stenbolê, paytextê kulturî ê kurdî ê gayrîresmî, pêk anîne. Kovar û rojname derxistine, komele û benqe avakirine, partî û rêxistinên civakî saz kirine. Hîmê kurdayetî di van salan de hatiye avêtin. Ev merhale bi avakirina cumhuriyetê re qut bûye.

Ji serhildana Şêx Seîd, 1925, ta doza 49’an, 1959; yek herf kurdî nihatiye nivîsandin. Cumhuriyeta nû li ser bingehek nasyonal hatibû avakirin, wê demê wek ku Mahmut Esat Bozkurt, wezîrê navxwo, gotî, “Türk olmayan anasırın bir tek hakkı vardır, o da Türke köle olma hakkı.” Tenê mafekî anasirê ku ne tirk e heye, ew jî koletî û xulamtiya tirkan e. Kurdî wek zimanê axaftinê jî li her ciyî qedexe ye. Dema li vir Têgeyiştînî Rastî derdiket, li ba me, li hemû cade û kolanên bajarê Kurdistan “Vatandaş Türkçe konuş!” Hawlatî bi tirkî bipeyive! dihate nivîsandin û serê her peyvek kurdî çend qurîş pere ceza dihat standin.

Merhaleya duyem: Sal 1959. Çend manşetên rojnama: Mele Mustefa Barzanî tevî Pêşmergeyên xwe ji Rusyayê vegeriya. Kurd û Hikumeta Bexda ji bo mafê azadî dest bi hevdîtina kirin. Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ber bi sînorê Iraqê de şandin. Li Stenbol û Enqera 49 ronakbîrên kurd hatin girtin. Dikarin bipirsin, çi elaqa van tiştan bi hev re heye, ez wisa nafikirim; bi baweriya min yek bi a din ve girêdayiye, hetta em dikarin bêjin, yek encamê a din e.

Di eynî demê de manşetek din ji rojnameya Cumhuriyet: “Diyarbakır’da bir gazete Kürtçe şiir yayımladı” – Li Diyarbekrê rojnameyekê şi‘rek kurdî çap kir. Wisa tiştekî ecêb e, wek ku xebera çûyîna ser heyvê bide. Ji wan 49 ronakbîran Musa Anter; di hepsê de ferhengek amade kir. Piştî çend salan Mehmed Emîn Bozarslan bi îmkanên xwe alfabeyek kurdî çap kir. Hê di çapxanê de dest li ser alfabê danîn. Cezayê hepsê danê.

Bi darbeya leşkerî a 1972an re hemû ronakbîrên kurd hatibûn girtin. Lê vê carê ne li Stenbolê, li hepisxana Diyarbekir bûn. Di mahkeman de hewldana ronakbîrên kurd a herî mezin ew bû ku îspat bikin ku kurd miletek in, ziman û kulturek wan jî heye. Parastina DDKO a wan salan ji bo kurdolojî dokumanek girîng e. Piştî 75an hin xebatên kurdolojî ên sereke hatine wergerandin. Bi taybetî di nav weşanên Komal û Riya Azadî de 20-30 kitêbên bingehîn ên kurdolojî çap bûne.

Bi darbeya leşkerî a 1980yan dawî bi vê merhalê jî hat. Reşûtariya salên 30î bi şûn de hat. Her tiştê bi kurdî û li ser kurdan qedexe bû. Qanûna jimare 2932 kurdî dîsa wek zimanê axaftinê qedexe kir. Ez ji nifşê vê demê me. Nifşê me, herkes serpêhatiyek wî ya nexweş heye ji ber ku bi kurdî peyiviye an li stranek kurdî guhdarî kiriye. Min bixwe yekem kitêba kurdî dema li Enqere xwendekarê unîversîte bûm, 1988, dîtiye. Bi karta mebûsekî kurd, em çûn kutubxaneya meclîsê, li wir çend kitêbê kurdî û li ser kurdan bi tirkî me girt. Ew roj qet ji bîra min naçe, dema derketim, 15 kîlometreyan min bazda, ji bo ku zû bigihîjim mal û wan kitêban bixwînim.

Dawiya salên 80yî, despêka 90î entelijensiya kurdî, kete nav hewldanekê de. Hêdî hêdî êdî kovar û rojnameyên kurdan lê bi tirkî, kitêb û kaset û CD derdiçûn. Di 1991ê de dewlet mecbûr ma, qanûna jimare 2932 ku kurdî wek zimanê axaftinê qedexe dikir, rakir. Bi rakirina vê qanûnê weşana kurdî serbest nedibû, tenê axaftin serbest dibû. Lê kurdan tiştek baş kir, ev wek mafê weşanê fam kirin û li pey hev dest bi weşana kurdî kirin. Ev jî merhelaye sêyemîn e ku ji 1991ê dest pê dike û heta îro didome.

Destpêkê weşanên kurdî elaqeyek pir mezin didîtin. Di nav salek du salan de bi dehan kovar hu rojname û bi sedan kitêb û kaset û CD çap bûn. Weşanxaneyên ku qet elaqeya wan bi kurdan re nebû jî kitêbên li ser kurdan çap dikirin. Di demek kurt de dewletê bi qanûnên nû xwest rê li ber vê pêşketinê bigre. Bi taybetî bi derxistina qerarnameya SS, Sansur û surgun, rê li ber weşanên kurdî, bi taybetî ê ku li ser kurdan bi zimanê tirkî derdiketin, girt. Polîtîka li hember kurdî jî gelekî seyr e. Ji ber ku kurdî wek zimanek qebûl nedikirin, kitêb û kovar û rojnameyê kurdî jî qedexe nedikirin. Heta niha gelek kêm weşanên kurdî hatine qedexekirin. Kurdî eger belav nebe, neyê xwendin serbest e. Eger ew talûke hebe, ew çax qedexe dikin. Di zabtê mahkemê de jî wek zimanekî ku jê nayê famkkirin derbas dibe, bi nav nakin.

Dema bi riyên “qanûnî” rê li ber van weşanan nehate girtin, zordestî dijwartir bû. Êrîşên fiîlî dest pê kirin. Cezayê pere û hepis dan bi sedan rojnamevanan, ên ku girtin ên ku mecbûr man derketin derve; bi dehan kes hatin kuştin, kitêbxane û ciyên din hatin bombekirin. Nehiştin bir riyên normal weşanên kurdî belav bibin, bi tevahî îzole kirin. Ji 1991ê ta 2002yan rewşa weşanên kurdî ne qanûnî lê fiîlî bû. Vêga bi awayekî resmî em dikarin karê xwe bikin, wek berê weşan nayên qedexekirin, lê ji bo ku kar nebê jî her tişt fikirîne. Karê kurdî ê entelektuelî ji gelek aliyan ve ji berê zehmettir bûye.

Sedemên dîrokî bi tenê rewşa kurdî û xebatên kurdolojî îzah nakin, lê qelsbûn û hin problemê îro bi van sedeman ve girêdayiye. Vêga heger em werin ser îro; îro rewşa kurdî û xebatên kurdolojî pir baş e, zêde xirab e. Rewşa îro aliyê wê yê pozîtîf û negatîf hene. Herçiqas hev notralîze bike jî rastiya me ev e.

Pozîtîf e, ji ber ku; Jimara weşanên kurdî tu caran ewqas zêde nebûye, kitêbê vêga di salekê de derdikevin di 70-80 salên berê de derneketine. Dor 10-15 weşanxane hene. Kêm jî be bi istîqrar kovar û rojnameyên mehane, heftane, hetta vê dawiyê rojane jî derketine. Rewşa zimanekî qedexekirî ancex ewqas bibe. Ji sedî yek asteng û problemên ku derdixin pêşiya kurdî derkevin pêşberî rojname, kovar û weşanxaneya herî baş û mezin a Tirkiye, deh rojan nikare îdare bike, tê girtin. Kurdî ne zimanê bazarê, ne yê ragihandin, perwerdahî ye. Kurdî zimanê malê ye, zimanê bêrîkirin û hezkirinê, zimanê tenêtî û hêrsê ye.

Gotina dawî ne tê de, na, negatîf e ji ber ku; Jimar li gor çi zêde bûye? Di wî 70-80 salî de ziman bi xwe qedexe bû, hebûna kurdan qebûl nedibû. Ew jimar çend e? Salên 2004-2005 di her salekê de 30-40 kitêbên kurdî, 150-200 kitêbên bi tirkî ên li ser kurdan derketine. Pêşketin ev e? Îro li gelek welatên dinyayê rojê ewqas kitêb derdikevin. Ji wan kitêbên çap bûne jî nîvê wan ne bi rêkûpêk in. Weşanxaneyên hene ne bi rêkûpêk in, an ne li gor pîvanên weşangeriyê kar dikin an jî ên ku piçek kar dikin, bi zorê li ser piyan dimînin. Yek kovar û rojnameya ku tu bixwazî bikî arşîv de tune. Dîsa tenê ji ber ku bi kurdî ne tên qebûl kirin. Bi zimanekî din ne mumkin e jimara diduyan derkeve. Rast e, li hember zordestiyê qet serî netewandine. Lê ev ne mayîn e?

Ev xal dikarin bên dirêjkirin. Ez bi xwe van herdu dîtinan jî rast dibînim. Seyyah û misyonerên ewrûpî berî bi 300 salî ji civaka kurdî şaş diman, digotin ev civak çawa li ser piyan dimîne. Lê kurdan çi kirin, çawa kirin xwe gihandin sedsala 21ê. Serkeftina tarîxî a kurdan ev e. Em di dema înternet de dijîn. Du kesê profesyonel êdî dikarin karê wezaretek rewşenbîrî bikin. Şertê me ji ên Celadet Beg ne xerabtir in.

Bi kurtahî jî hinek agahî li ser karê xwe bidim. Avesta ev deh sal e kar dike. Heta niha 210 kitêb derxistiye. Navend li Stenbolê ye. Di sala 1999an de li Diyarbekir şubeya wê vebû. Eger şert hebin em dixwazin li vir jî ciyek vekin. Kitêbên me ji %60 tirkî, %40 jî kurdî ne. Ji 10 zimanan zêdetir me werger kiriye. Dor 20 rêzên me hene. Xebatên kurdnasî di nav çend rêzan de me kom kirine. Rêza herî zêde ev e, nîvê kitêbê me, dor sed kitêbî werger û kitêbên telîf ên kurdolojî ne. Zimanê van kitêban tirkî û kurdî ye, lê bi giştî tirkî ne. Em hewl didin ku jimara kurdî zêde bikin. Heta niha 15 kitêbên me hatine qedexekirin, hesabê cezayê heps û pere ez jî nizanim. Li ser Kurdistana Başûr ji seyahatnameyên seyyahên ewrûpî ta bi lêkolînên li ser Kerkuk, ji çîrok û roman û şi‘rên nivîskarên Başûr ta kitêbên li ser Enfal, bi rehetî dikarim bêjim ku lîteraturek çêbûye.

Di rêzên Kurdolojî de em li çend tiştan dîqqat dikin û kitêban di nav xwe de kategorîze dikin:

  1. Heta niha di zimanên dinyayê de çi hatiye nivîsandin? Hemû kitêbên seyyahên kevn em kom dikin. Hinek kar li ser wan dikin û ên girîng tev de diwergerînin. Beşekî girîng ê vê rêzê seyahatname ne. Kitêba Wigram “Derguşa Mirovahiyê”, Layard, Hamilton, Rich û ên din...

  2. Misyoner û serbazê ku li vir kar kirine: Edmonds, Hay, Soane...

  3. Ji bo van seyahatname temam bikin, kitêbên kult em bi wan re çap dikin. Wekî Şerefname, Dîroka Kurd û Kurdistanê a Mihemed Emîn Zekî Beg, Tarîxa Kurdistanê ji Rusî, Tevgera Millî a Kurdî a Chris Kutschera, Li Kurdistanê Prensîbên Rêxistina Civakî a Fredrik Barth û ên din.

  4. Bi navê Kürt Araştırmaları rêzek me ya nû heye, em kitêbên akademîk ên nû, bi taybetî ên akademisyenên kurd, di vê rêzê de çap dikin. Kitêbên Abbas Vali, Hasanpur, Bozarslan... di vê rêzê de derdikevin.

  5. Rêza “Kürt Dünyası” jî nû dest pê dike. Kitêba yekem Kurdên Urdun e.

Çend prensîbên me hene: Yek jê em muheqqeq wan ji zimanê orijînal, ê eslî diwergerînin. Duyem, dema me biryar da kitêbekê çap bikin, her tiştê wê wek xwe çap dikin, bêsansur. Tişta tabi‘î ev e, lê ji ber ku li Tirkiye kar wisa nameşe behs dikim. Mesela kitêbeke piçekî tiştekî nexweş li ser tirkan nivîsandibe, 100-150 sal derbas bûye çap nekirine. Dema çap bikin sansur dikin, eger weşanxane sansur nekiribe jî kitêbê qedexe dikin. Dikarim bi rehetî bêjim ku gelek rexne li ser kurdan hene di kitêbên me de, carna tiştin hene em jî rast nabînin, lê bi serbilindî û dilxweşî dîsa dikarim bêjim, 2-3 mînak ne tê de, kurdan, li hember van rexneyan sabr û tehamulek demokratîk nîşan dane.

Elaqeya derdorên akademîk jî ne xirab e. Van salên dawî li unîversîteyê Tirkiye gelek tez amade dibin li ser kurdan. Gelek kitêb ji nû ve tên nivîsandin. Eger li bibliyografya kitêbên ku nû derdikevin binêrî, dibînî ku ji van kitêban gelekî îstîfade dikin. Di nûçeyên rojname û televizyonan de tesîrek wan heye lê herî zêde bi kêrî dezgayê fikrî û stratejîk tên. Derdorên ku polîtîkaya dewletê diyar dikin, ji siyasetvanên kurd bêhtir elaqe nîşanî kitêbê li ser kurdan didin.

Rêzên me yên Kurdolojî wê bi gelek kitêbên nû bidomin. Di demek kurt de jî bi hevkariya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê emê kovareke lêkolînên kurdî derxin.

Bi çend gotinan dixwazim li ser pêwendiyên bi Başur re jî bisekinim. Tirkiye herçiqas dijayetiya kurdan ji xwe re bike polîtîka jî, hin refleksên wê yên dewletî hene. Ji niha ve dixwaze rê bigre ku pêşketinên Kurdistana Iraq tesîrekê li Bakur neke. Ji ber ku dizane, em gotina şaîrekî hinekî biguherin; “dema li vir, li we baran tê, em jî li wir şil dibin.” Heta vêga tesîra Kurdistana Iraq tenê ji aliyê moral ve ye. Û roj bi roj li ba me, jimara kesê ku di bin tesîra wî moralî de dimînin zêde dibe. Dezgayê kulturî ê Kurdistan ji bo demeke nêz hêvî nadin me. Hê jî daîreyek, ofîsek Hikumeta Kurdistan ji bo kurdên derve nîne. Fonksiyona dezgayê kulturî kêm e. Parçeyên din “derweyî bazîne” ne. Alîkarî û xwedîderketina kultur û zimanek ku bi dehan salan hatiye binpêkirin, rencîde bûye, qiranînek kulturî li hember pêk hatiye, ne helwestek siyasî û millî ye, berî her tiştî wezîfeyek exlaqî ye.

Spas!


(*) Edîtorê Weşanên Avesta, Stenbol