Li Sûrê dîrok hat paqijkirin û avahiyên dişibin girtîgehê hatin çêkirin

Nûkirin în 4 kanûnê 2020 - 16:00

mezopotamyaajansi.com |MA / Cahît Ozbek - Tolga Guney | 2 Kanûn 2020

AMED – Li Amedê 6 taxên navçeya Sûrê 5 sal in qedexekirî ne. Taxên navçeyê yên qedexekirî bi biryara Desteya Wezîran “Qada bi rîsk” hat ragihandin û ji sedî 70’yê navçeyê bi makîneyên kar hilweşandin û avahiyên li gorî rantê û polîsan hatin çêkirin.

Li 6 taxên navçeya Sûrê ya Amedê ji 2’yê Kanûna 2015’an ve qedexeya derketina derve lê hatiye ragihandin û ev qedexe 5 sal li pey xwe hiştin. Derdora taxan bi blokên beton û sacên hesin hat dorpêçkirin. Van taxên qedexekirî hezar û 826 roj in hem ji şêniyên taxan û hem jî ji xelkê re girtî ne.

Li taxên bi navê Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemail Yilmaz û Savaş ji 2’yê Kanûna 2015’an ve qedexekirî ne. Şer li van taxan qewimîbû û li gorî daneyên fermî 53 esker, 17 polîs û cerdevanek di nav de bi giştî 71 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 392 esker û 128 polîs û 3 polîs di nav de bi giştî 523 kes birîndar bûn.

Di heman demê de 73 endamên YPS û YPS-JIN’ê jî li van taxan jiyan xwe ji dest dan. Li gorî daneyên rêxistinên mafê mirovan tê gotin ku 24 welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.

Piştî ku di 8’ê adara 2016’an de hat gotin “operasyon qediya” 57 cenazeyên endamên YPS’ê hatin teşhîskirin û malbatan cenazeyên xwe wergirt û cenazeye 13 kesan jî bi hêceta nehatin nasîn li goristana bêkesan hatin veşartin.

Ev taxên ku mekanên dîrokî wek mizgeft, dêr, malên dîrokî yên tomakirîbûn lê hebûn xesarên mezin dîtin û ev her 6 tax bi tank û topan hat hilweşandin. Tê gotin 42 avahî jê ku hatine tomarkirin bi giştî 976 avahî hatine hilweşandin.

22 HEZAR KES KOÇ KIRIN

Li taxên qedexekirî 22 hezar û 323 welatî ji cihên xwe bûn û neçar man ji wir koçber bibin.

40 KES TÊN DARIZANDIN

Di dema şer û pevçûnan de bi hewldana rêxistinên civakî yên sivîl “koridora jiyanê” hat vekirin û 40 kes hatin tahliyekirin. Ji van kesan Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî di nav de 32 kes hatibûn girtin. Ev 40 bi îdiayên giran tên darizandin û li gelek welatiyan bi dehan sal ceza hat birîn.

MAFÊ XELKÊ TÊ DESTESERKIRIN

Niha li şûna wan avahiyên hatine hilweşandin ji aliyê TOKÎ’yê ve gelek avahî hatine çêkirin lê bes li şûna li xwediyê wan malan belav bikin, bi pereyan difiroşin niştecihên wan taxan. Li taxan hin jî xebata înşatê didome û tê gotin dê xaniyan nedin xwediyên xaniyên berê. Yên dixwazin bikirin jî bihayê 450 û 600 hezar TL difiroşin wan. Li van taxan avahiyê hatine çêkirin jî dişibin girtîgehan û pispor û avahîsaz dibêjin ku ew avahî ne li gorî ruhê mîmariya dîrokî ya Sûrê hatine çêkirin.

‘RÛHÊ DÎROKÎ HAT TUNEKIRIN’

Hevseroka Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Selma Aslan qedexeya 5 sal in li navçeyê didome nirxand û got: “Jixwe qedexeya derketina derve ne hiqûqî ye. Li gel vê yekê jî 5 sal in ev bêhiqûqî didome. Navçeyê ji gelek şaristaniyan re mazûvaniyê kiriye. Lê ev tax hemû bêmirov hatin hiştin. Xwestin pergala çandî û dîrokî ya Sûrê bi temamî tune bikin. Bi vê yekê re sînorkirî neman, Sûrê ji bo sermayedaran veguherandin qada rantê. A rast felaketa mezin wê piştî qedexe bi temamî were rakirin bê dîtin. Avahiyên hatine çêkirin jî tu eleqeya wan bi yên kevn re nîne. Avahiyên li gorî armanca rantê û ‘ewlehiyê’ çêkirine. Ne mimkin e meriv wê xweşiya Sûrê ya berê bibîne.”

TOSÛN: JIYANEK CUDA LI SÛRÊ HEBÛ

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn a di serdema qedexeyê de 96 rojan li navçeyê ma jî derbarê Sûrê de wiha got: “Li Sûrê jiyanek me pirr cuda hebû. Niştecihên wir bi hestên cuda xwedî li hev derdiketin. Ev xwedî derketin di hundirê xwe de rêxistinbûnê xwedî dikir. Tişta ku îqtîdarê xwest hilweşîne ev rêxistinbûyîn bû. Çawa ku Kurdistanê dabeşî çar parçeyan kirin. Li Sûrê jî polîtîkayek wiha hat birêvebirin. Her kevirek Sûrê hewar û zêmar û qîrîn e.

Cenazeyê Hakan Aslan ê li taxa Savaşê jiyana xwe ji dest da hêj nedane malbatê.

Li wan taxan 75 ciwan bi destê AKP û MHP’ê hatin kuştin. Wan kesên ku li Sûrê şer kordîne dikirin niha ji doza FETO di girtîgehan de ne.

Xelkê Sûrê nedixwest mal û taxên xwe berdin. Çimkî jixwe ew carek di salên 90’î de ji war û gundên xwe hatibûn koçberkirin. Çimkî wan li gundan şewatê û xerakirinê dîtibû. Dîsa bi heman rengî li Sûrê jî malên wan hatin hilweşandin û hatin koçberkirin.”

MA / Cahît Ozbek - Tolga Guney