Nûkirin pêncşem 4 gulanê 2017 - 18:33
Joyce Blau
Profesora Enstîtuya Ziman û Șaristaniyetên Rojhilatî (INALCO) ya Zanîngeha Parîsê
Kurdî zimanê ji sîh û pênc milyonî bêtir Kurdan e, ku li ser erdeke berfireh a yekpar dijîn. Kurdî ji malbata zimanên hîndo-ewrûpî û koma îrano-aryen a vê malbatê ye.
Di navbera hezarsalên II û Iê yê B.Z. de, eșîr û gelên îranîaxêv ên Asyaya navîn û erdên derûdora wê dest pê kirin ber bi deșt û zozanên îranî û stepên delavên Derya Reș ve koç kirin.
Van eșîrên ku li herêmê belav bûn û ew dagîr kirin, nav û zimanê xwe jî dan gelên din ên îrano-aryen ên ku ji berê de li wan devaran dijîn. Hinekan ji wan dê asîmîlasyona giștî red bikira, îro hîn jî giravên kêm zêde girîng ên Kurdên ku kurdî napeyivin li Kurdistana Tirkiyê, Îran û Îraqê bi cîh bûne.
Kurdî, zimanê Kurdên ku ser bi koma bakurê rojava yê zimanên îrano-aryen in, qet derfeta yekbûnê nedît û zaravayên wî bi awayekî giștî bûn sê komên ku bi awayekî vekirî ji hev cihê bûn.
Koma ji aliyê jimara kesên pê dipeyivin ve herî girîng, kurdiya bakur e, ku bi awayekî giștî bi navê kurmancî tê zanîn. Kurdên li Tirkiyê, li Sûriyê, li komarên Yekîtiya Sovyetî ya berê dijîn û beșek ji Kurdên li Îran û Îraqê dijîn jî bi kurmancî dipeyivin. Ev ziman, herwiha ji aliyê 200.000 kurdîaxêvên li dor Qabûlê, li Efxanîstanê bi cîh bûne ve jî tê axavtin.
Vê komê zimanekî edebî jî afirandiye.
Koma navendî kurdiya li bakurê rojhilat ê Îraqê tê xeberdan ku jê re soranî tê gotin û devokên bajarokên dora wê, ji Zagrosan wê de, li Kurdistana Îranê tê axavtin digire nav xwe. Herwiha vê komê jî zimanekî edebî afirandiye.
Her dem di nav Kurdan de komeke ronakbîrên ku bi dirêjiya sedsalan, xwe bi zimanê dagîrkeran îfade kiriye hebûye. Gelek ronakbîrên kurd ên ku baș bi erebî, farisî û tirkî zanibûne û nivîsîne jî hene. Ev yek, di sedsala XIIIan de, ji aliyê dîroknivîs û nivîskarê kurd Ibn el-Essir ve jî hatiye îsbat kirin ku bi erebî nivîsandiye. Herwiha Idrîsê Bidlîsî, karmendê payebilind ê osmanî, ku bi eslê xwe kurd e, di 1501ê de, berhema xwe ya bi navê "Heșt beheșt" ku ji dîroka heșt siltanên serekî yên osmanî pêk tê, bi farisî nivîsiye. Mîr Șeref Xan, mîrê Bidlîsê, di dawiya sedsala XVIan de, dîsa bi farisî berhema xwe ya "Șerefname: Tarîxa Miletê Kurd" nivîsiye, ku jêdera serekî ya tarîxa kurdan a wê demê ye.
Destnîșankirina destpêka edebiyata kurdî ne karekî hêsan e. Em di derbarê çanda kurdî ya berî îslamê de tiștekî nizanin. Ji aliyê din ve, bi tenê beșek tekst hatine çap kirin û mirov nizane çend ji wan di bahozên șerên bêdawî yên bi dirêjiya sedsalan li ser axa Kurdistanê pêk hatine de wenda bûne.
Șairê kurd ê yekem tê nas kirin Elî Herîrî ye, ku di 1425an de li Hekarî bûye û dîsa li wir di 1495an de miriye. Mijarên ku wî tercîh dikirin ev in, ku hevwelatiyên wî wan gelek caran weke mijara evîna welatî, ciwaniya xwezaya wî û bedewiya keçên wî dinirxînin.
Kurdistan, di sedsala XVIan de, meydana șerê di navbera Faris û Tirkan de ye. Imperatoriyên osmanî û farisî wê demê avakirina xwe misoger dikin û, di destpêka nîvê duyê yê sedsalê de, sînorên xwe jî saxlem dikin, ango erda Kurdan, Kurdistanê jî li hev par dikin.
Abîdeyên destpêkê yên edebiyata kurdî yên naskirî di vê demê de derketine holê. Ev berhem di dema têkûzbûna cîrantiya osmanî û farisan de û li hemberî wan xuya dibin.
Yek ji șairên herî naskirî yê dawiya sedsala XVIan û destpêka sedsala XVIIan șêx Ehmed Nisșanî ye ku bêtir bi navê Melayê Cizîrî tê naskirin.
Melayê Cizîrî yê ku bi eslê xwe ji Cizîra Botan e, weke gelek ronakbîrên wê demê, baș bi erebî, farisî û tirkî jî zanibû. Wî herwiha çanda edebî ya erebî û farisî jî hezim kiribû. Berhema wî ya helbestî ya ku ji 2.000 rêzan pêk tê, her navdar e û hîn jî berdewam çap dibe.
Wî gelekî rêwîtî dikir û ji xwe re gelek mirîd çêkiribûn. Mirîdên wî jî dixwestin hostê xwe teqlîd bikin û zimanê wî bi kar dianîn ku hîn ji wê demê de bûbû zimanê edebiyatê. Hêdî hêdî șiûra aidiyeta yek milet bûnê di nav Kurdan de pêș ket. Û tarîx bû șahidê zayîna șaîr Ehmedê xanî, ku ji herêma Bazîdê bû, șairê herî mezin ê yekem, di "Mem û Zîn"a xwe de, ku helbesteke dirêj a ji 2.650 beytî bêtir e, doza serxwebûna Kurdan dike.
Di sedsala XIXan de, li pey hemleya giștî ya tevgerên azadiya neteweyî di imperatoriya osmanî de, herçend pir di bin bandora eșîrtiyê de be jî, tevgereke neteweyî ya rastîn a kurdî bi giranî pêș ket. Di vê demê de, ji ber dûrbûn û averêbûnê, hinekî bi derengî be jî edebiyateke nû ya kurdî gul veda. Șair û nivîskarên ku di xortaniya xwe de, di mistewayeke bilind de perwerdeya klasîk a taybetî li medreseyan dîtibûn, erebî û farisî baș zanibûn. Di warê mijar û xeyalkirinê de, șiîrê bi awayekî berfireh ji kevneșopiya farisî îlham werdigirt, lê șairan di warê nûkirina sembol û kafiyeya ristan de hemî hêza xwe ya xeyalî seferber dikirin.
Di destpêkê de ahengeke dînî, -dema geșepêdana tarîqetên mîstîk- ya vê șiîrê hebû, lê șairên welatperwer û lîrîk bêtir deng vedan. Mele Qedrî Ehmedê Șaweysî Mixaîlî, ku bêtir bi navê Nalî tê nas kirin, șairê mezin ê yekem e ku șiîrên xwe bi taybetî jî bi kurdiya navendî nivîsiye.
Ji dayikbûna çapemeniyê di gel pêșketina tevgera neteweyî ya kurdî pêk hat û yekem rojnameya eșkere bi navê Kurdistanê li Qahîreyê, li Misrê, di 1898an de derket. Di sedsala XXî de, tevgera netewî ya kurdî tevî ku di bin pêkutiyê de bû jî, bêrawestan her pêș diket. Destpêkirina șerê cîhanî yê yekê û encamên wî rewșa Kurdan bi awayekî radîkal guhertin.
Ew rewș heta îro jî di civatên pirçandî û pirzimanî de tê jiyandin. Di encama vî șerî de Kurd di nav çar dewletan; Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye de hatin par vekirin. Ev dewlet ji aliyê hiqûqî ve serdest lê ji aliyê siyasî ve girêdayî lîstika cîhanî ya hêzên mezin bûn. Ev dewlet zû rûbirûyî pirsgirêkên zimanên cihê bûn. Afirandina edebî ya Kurdan û pêșketina zimanê wan li her dewleteke dagîrkera a welatê wan, li gor azadiya ku wan li wir bidest xistiyê, pêk hatiye.
Îraqa di bin mandaya Ingilîzan de, mafê çandî yê herî hindik ya kêmayetiya xwe ya kurd nas kir. Bi vî awayî, tevî ku ev kêmayetî teqabulî ji %18ê yê nifûsa giștî ya kurdî dike jî, navenda jiyana çandî ya kurdî derbasî Îraqê bû û li wir piștî nîveka salên 1920î berhemên edebî pêș ketin. Bi vî awayî Kurd ji rewșa xwe ya îzolebûyî derdikevin û têkiliya wan bi Rojava re çêdibe û bi wergera Pûșkîn, Schiller, Byron û nexasim ya Lamartine daneyên warê helbestê serûbin dibin.
Rêvekirina ji modernbûnê re șiîr ji riyên adetî dûr kir û her çend di destpêkê de, șiîr forma xwe ya klasîk biparêzin jî, nûjenî di naverokê de bicîh dibe, ravekirina hestên evînî, bêhêvîtî, hêrsbûnî, yan vegotina ciwanî û bedewiya xwezayê di șiîra adetî de, bi têkiliya cîhana derûnî ya șair dewlemend dibe. Hewldana "kurdîzekirin"a zimanê kurdî, pakkirina wî ji peyv û formên ji zimanê serdest deynkirî ya nivîskarên demê xebateke hêjayî pesindanê ye.
Di qonaxa duwem de, di heman dema ku gelek șêweyên nû yên edebî (drama lîrîk a epîk û șiîra dramatîk) ketin zimanê kurdî û derfeta zindîkirina șerê gelê kurd dan, pêșîkêșên șiîra adetî derbe xwarin. Goranê bêhempa bû hosteyê herî mezin ê cihêbûna ji kevneșopiyê. Di salên 1930an de, risteyên heceyî yên nêzîkî șiîra gelerî, șiîra pexșanî û risteyên serbest ketin nav șiîrê. Helwesta civakî jî cihê xwe di șiîrê de digre û qerekterekî milîtan didiyê.
Pexșan jî, di dema gulvedana kovar û rojnameyên ku ceribandinên yekê yên șiîrî û vegotinî, çîrok û çîrokên nû yên efsaneyî belav dikirin û pir vekirî zindîtiya kurdî teyid dikirin de pêș ket. Cereyana romantik bi hêz bû û bi vî awayî bi pêșketineke dînamîk a kirdeyê tema ji hev cihê bûn. Û li ser pirsên civakî, yên wek ya jinan, ya perwerdê, ya malbatê û yên mayî jî bi awayekî pir eșkere li hemberî neheqî û çewsandina gundiyan radiwestin. Yek ji nûnerên herî biserketî yê vê cereyanê Îbrahîm Ahmed e, ku di 1959an de berhevokeke çîrokên realîst bi navê Kwêrewerî (hejarî/belengazî), û bi taybetî jî Jana Gel nivîsandiye, ku romana yekê ya bi kurdiya navendî hatiye nivîsîn e, ku di 1973yan de li Bexdayê belav bûye.
Li YKSSê, tevî jimara wan a hindik - ku ji %2yê nifûsa giștî ya Kurdan dike - Kurd weke "netewe"yeke bêotonomî tên qebûl kirin, lê zimanê wan tê nasîn. Bi vî awayî, civata wan ji piștgiriya dewletê sûdê werdigre, dibistan, çapemenî û weșanxaneyê wan hene. Komek ronakbîr ji nav wan derketine. Berhevoka șiîran a Casimê Celîl, ku di 1908an de bûye, piștî șerê cîhanî yê duyê derketiye. Erebê Șemo, romanivîsê berhemdar, berhemên xwe ji 1935an vir de belav kirine.
Li Sûriyeya di bin mandaya Fransayê de, dema navbera her du șeran mohra xwe li gulvedana edebiyata kurdî xistiye. Ronakbîrên kurd û fransiz ên navdar, ku rojhilatnas Roger Lescot, Mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Kamûran pêșengiya wan dikin, li Șamê kom dibin. Ew dibin hosteyên serekî yên vejîna edebiyata kurdî ya bakur. Alfabeyeke latînî amade dikin, di kovara Hawarê de belav dikin û xebateke bêhempa li dora vê kovarê dikin ku rê li ber kurdiya bakur vedike ku bibe zimanekî edebî yê modern.
Piștî șerê cîhanî yê duyê, li Sûriyeya ku dibe dewleteke serbixwe, Kurdên wê -yên ku ji %4ê nifûsa Kurdan e - azadiya xwe ji dest didin û berhênan radiweste. Ew jî mecbûr dimînin biçin sirgûnê û berhemên xwe li xerîbiyê çap bikin.
Li Tirkiyê, piștî serketina Mistefa Kemal li hember Yûnaniyan, peymaneke nû li Lozanê di 1923yê de pêk tê, ku serdestiya tirkî li ser beșeke mezin a welatê kurdan û li ser ji %52 nifûsa giștî ya wan çespand. Vê peymanê bikaranîna zimanê kêmayetiyên "ne-tirk" misoger kir. Lê piștî çend mehan, li ser navê yekîtiya dewletê, Mistefa Kemal, bi qedexekirina perwerdeya bi zimanê kurdî û bikaranîna wî ya di warê fermî de, ev peyman îhlal kir. Piraniya ronakbîrên kurd sirgûn kir. Kurd bûn "Tirkên çiyayî", yên ku li "Anatoliya rojhilat" an jî li "Rojhilat" dijîn. Hemî adetên wan, heta bi cilûberg, komele, sitran û folklora wan, di 1932yan de hatin qedexe kirin û tehrîf kirin. Piștî șerê cîhanî yê duwem, di navbera 1950 û 1971an de, rejima tirkî rengê demokrasiyeke burjuvazî da xwe û ji nû ve rê li ber zimanê kurdî jî vebû. Û entelîjansiyayeke kurdî ya nû pêk hat. Derbeyên eskerî yên 1971 û 1980yê siyaseta çewisandinê û sirgûna ber bi Rojavayê Tirkiyê ve ji nû ve anîn ser hikum. Perwerdeya kurdî, weșana bi vî zimanî ta 1991an bi tevayî qedexe bû.
Li Îranê, ji çarîka nifûsa kurdî bêtir Kurd dijîn, weke li Tirkiyê, rêvebiran siyaseteke asîmîlasyonê ya bi zorê li hemberî kêmayetiya xwe ya kurd pêk anîn. Weșanên kurdî û perwerdeya bi vî zimanî hate qedexe kirin.
Dema herî mezin a edebiyata kurdî ya li vê herêmê, ya Komara Kurdistanê ye ku piștî șerê cîhanî yê duwem tenê yanzde mehan dom kir. Tevî kurtbûna vê demê jî, wê pêleke xurt daye edebiyata kurdî û ew pêș xistiye. Gelek șair derketine holê, Hejar û Hêmin yên herî naskirî yê vê demê ne. Zilm û zora li pey hilweșiyana Komarê ronakbîr naçar kirin ku biçin Îraqê, sirgûnê. Di sibata 1979an de, șoreșeke gelerî rejima Șahîtiyê qeliband, lê desthilata îslamî șûna wê girt ku wê jî nexwest mafekî zêde bide kêmayetiya xwe ya neteweyî ya kurdî.
Di bin vê sîtemkariyê de demokratên kurd li dora Dr. Evdirehman Qasimlo kom bûn, ku bêrawestan naskirina ziman û çanda kurdî li ser birêveberên îranî ferz dikir û bi vî awayî ew jî mecbûr man çapkirina hin berhemên kurdî serbest bikin. Her çend hemî afirandinên edebî hatibin qedexekirin jî, sansurê rê li ber berhemên serekî yên edebiyata kurdî ya sedsala XIXan nikaribû bigirta û hin ji wan li farisî jî hatin wergerandin. Destnivîsên ku dîroka xanedanên kurd ravedikirin, pirtûkên gramerê, ansikopediyên li ser kesayetiyên kurdî yên ku di dema xwe de nav dabûn, çi dînî çi nedînî bi vî awayî, bi kurdî û farisî hatin çap kirin.
Jiyana edebî ya kurdî li Îraqê duçarî derbeyên bi sedema biserneketina serîhildana dûrûdirêj a kurdî û șerê bêeman ê Îraq û Îranê bû. Afirandin kiz bû, çilmisî. Șair Șêrko Bêkes xwe gîhand refên têkoșerên kurd, û çapemeniya wan berhema wî ya bi navê Helo (eylo), ku ji sê berhevokên helbestî yên șair pêk dihat çap kirin. Di heman çapemeniyê de romana bêhempa ya lîrîk a Mihemed Mukrî ku bi navê Heres (Șape, 1985) derketibû çap bû. Șair û çîroknivîsan di kovar û rojnameyên berxwedêran de xwe bi awayekî azad îfade dikirin.
Ronakbîrên kurd ên ku riya sirgûnê tercîh kirin û li gelek welatên rojava bûn penaber û xebatên hêja kirin dê bûbûna jêdera ronesanseke rastîn a kurmancî, bi taybetî li Tirkiyê û Sûriyê. Bi piștgiriya bi sed hezaran karkerên kurd ên koçber, ronakbîrên kurd pêșî li hev kom bûn û ji bo zimanê xwe pêșda bibin xwe ji ber zehmetiyan nedan alî. Șair û nivîskaran pêșiyê berhemên xwe di kovarên ku weșanxaneyên kurdî li Swêdê derxistin de belav kirin. Bi rastî jî, birêveberên swêdî yên ku rê li ber pêșketina çandî yên civatên koçber vedikirin, budceyek weșanê ya girîng dan Kurdan ku jimara wan li dor 12 000î bû. Bi vî awayî di dawiya salên 1970yî de, li dor bîst rojname, kovar û weșanên taybetî derketin. Pirtûkên zarokan, alfabe, wergera berhemên dîrokî yên li ser Kurdan û hwd. çap bûn. Bi taybetî jî piștgiriya afirandinên edebî hate kirin. M. Emîn Bozarslan çîrokên pir xweș ên zarokan, Rojen Barnas berhevokên helbestan belav kirin. Ji aliyê din ve rojnamevan Mahmûd Baksî, endamê yekîtiya nivîskarên swêdî, romanek û çîrokên ji bo zarokan bi kurdî, tirkî û swêdî belav kirin. Mehmed Uzun du romanên realîst çap kirin.
Di maweyê deh salan de dused berhem derketin. Ji bilî ya li Îraqê, ev berhênana herî mezin a edebiyata kurdî bû. Lê li Parîsê, paytextê Fransayê duwazdeh ronakbîrên kurd ên zîrek, hatin ba hev û di sibata 1983yan de, Enstîtuya Kurdî ya yekê li Rojava damezirandin. Piștî șeș salan, ji sêsed ronakbîrê kurd zêdetir, ên ku li welatên cihê yên ewropî, amerîkî û Awistralyayê dijîn xwe gîhandin Enstîtuya Kurdî ku alîkariya wê bikin da ew jî çalakiya xwe ya parastin û nûkirina ziman û çanda kurdî bidomîne.
Enstîtu kovarên bi kurdî, erebî, farisî, tirkî û fransizî belav dike. Bulteneke mehane ya têkilî û agahdariyê ku berhevokeke çapemeniyê ya nûçeyên li ser pirsa kurdî û agahdariyê li ser projeyên Enstîtuyê ye derdixe. Dîsa bi saya Enstîtuyê ye ku piștgiriya xebatên ji bo pêșketina zaravayê zazakî / dimilî, ku ji aliyê sê milyon Kurdan ve li Tirkiyê tê axavtin, hate kirin. Herwiha, Enstîtu salê du caran nivîskar, zimannas û rojnamevanên kurdî yên diyasporayê kom dike, ku bi hev re pirsên termînolojiya nûjen gotûbêj bikin.
Vê gulvedana nû ya șair, nivîskar û ronakbîrên kurd bi awayekî pir balkêș hevahengiya di navbera azadî û pêșketina çandî de nîșan dide.