Nûkirin pêncşem 4 gulanê 2017 - 18:36
Roja pêncșemê, 26ê adara 2017an de hatiye nû kirin.
Kendal Nezan
Serekê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
Di jiyana çandî ya Kurdan de, ku pêșî ji ber astengên feodalî perçe bûbû û îro jî ji ber sînorên dewletan perçe bûye, muzîk di gel rola xwe ya serekî, ya wasîteyeke taybet a hin fonksiyonên civakî yên giștî û bingehî dilîze. Ji nivîsên dîrokê ta șiîra lyrîk heta bighê destan û hin berhemên edebiyata nivîskî, hemî hatine stran, hemî bûne muzîk da ku hêsantir di bîra mirov de bimînin û derbasî cîlên nû bibin.
Muzîka kurdî bi awayekî giștî gelerî û anonîm e. Mercên amadekirna wê cihêreng in û piricar nediyar in. Stranên kurdî yên ku bi eslê xwe, dengîn in, gelek caran ji aliyê jineke ku dixwaze bi awayekî giștî hestên xwe yên xemgîniyê û carinan jî yên șadiyê bîne zimên tên afirandin. Ew dikare herwiha jî dema pêșbirkên helbestî yên ku keç û xortan, li ser șiverêkên vegera ji zozanan an di govendan de, dîsan dema kombûnên ciwanan ên bi sedemên cihe: çaxa hevdîtinên êvarî li qada gund, cejnên pîrozkirina serê salê, dawet û șahiyên zewacê ku dikarin bi rojan biajon derkeve holê. Yan jî, di bin tesîra bûyereke trajîk de bê çêkirin.
Piștî ku carekê çêbû jî, stran li gel enstrûmanekî û bi wasiteya dengbêjekî ku gûnd bi gund, war bi war digere, wê belav dike û di nav gel de dide nas kirin, anonîm dibe.
Dengbêj gundiyek e, ku xwedî bîreke baș û dengekî xweș e û carna jî zane aletekî muzîkê bi kar bîne. Dengbêj afirandinên herêmî yên kesên din li ser erda Kurdistanê belav dike, dibe navgînê amadekirin û belavkirina çanda neteweyî ya kurdî: ew bi xwe jî diafirîne, șair û bestekar e. Lêbelê, mitrib an cengene, muzîsyenên nîvprofesyonel ên def û zirnê ne ku dawet û șahiyan șên dikin, lê kilam û Stranan çênakin.
Bi devkî ragîhadina Stranê ji cilekî bo cîlekî din, bi awayekî giștî, li ser bingeha parastina sadiq a peyvên wê yên destpêkê dibe. Lê awaz, her di çarçoveyeke nerm a guherbar de dimîne, her tim dikare bê guhertin, mijara guherîneke berdewam e, ev nûkirin dibe kaniya kemalê û berdewamiyê. Stranbêj kêm caran tenê îcraker e. Ew hewl dide ku, berhemên repertuwara xweștir bike û li gor derfetên xwe wan bi amûrekî muzîkê ku di ravekirinên berî de nehatibe bi kar anîn balkêștir bike.
Rola amûrên muzîkê bi nisbet ya deng kêmtir e. Weke muzîkên din ên gelên Rojhilata Nêzîk, muzîka gelerî ya Kurdistanê yekdeng e; melodi di bingehê de dengî ye; hevaltiya amûrî bi taybetî dixwaze li cem guhdaran rewșeke derûnî ya wiha çêke ku ew mesaja dengî bêtir bigre. Herwiha, gava ku mirov dibîne stran bi meqamekî din, di gel amûrekî ku li gor herêmen cihê yên welatê Kurdan dikare biguhere, digihê baweriya ku peyv ji melodiyê re serdest in. Melodî ango awaz berî her tiștî alikar dibe ji bo çêtir jiberkirina peyvan. Ev yek ta radeyekê rast e.
Awayê jiyana koçeriyê șopên kûr di nav jiyana çandî, bi taybetî jî ya muzîkê de hiștine. Stranên șivanên koçer, hewayên kevn ên bi minasebeta cejnên bibandor ên çûyîna zozanan û vegera germiyanan an șahiyên zayîn û qûsandina pez, hîn jî ciyekî mezin di repertuwara muzîka kurdî ya îro de digrin.
Li deștên bașûr ên Kurdistanê ku çemên Dîcle û Feratê û avên dighên wan av dide, șaristaniyeke çandiniyê pêș ketiye. Sînorê di navbera çandên çiyayî (esil koçer) û akinciyên deștê de, ji aliyê warê muzîkê ve zelal e. Her çend di muzîka çiyayiyan de bi taybetî amûrên nefesî yên ku hin ji wan, weke dûdûkê, taybetmendiyeke wan a dengvedanê heye bi kar bên jî, di muzîka deștê de amûrên têlî, ku di serî de tembûra șeștêlî ya kurdî tê, serdest in.
Îcar, çi ji deștê yan çiyê, ji germiyan an zozanan bin, hin taybetmendiyên qerekterî yên hevbeș ên Stranên kurdî hene ku mirov dikare wiha rêz bike: ji xeynî hewayên govend û șayiyê dîlokên ku, pir û balkêș in, Stranên kurdî "dirêj", xemgîn û hesretkêș in.
Strana gelerî ya kurdî xwedî saziyeke dubareker e, ku her bendeke wê bi awayekî giștî ji sê heta heft risteyên muzîkê pek tê. Di her bendekê bi xwe de xeta awazî ya giștî heye û bend bi bend tenê peyv diguherin, awaz naguhere. Ji ber ku serbest tê ava kirin, dirêjiya risteyan gelek caran ne yek e, bi awayekî awarte jimara kiteyên wan dibe yek. Ji aliyê din ve, heke Stran "dirêj" be, tê de ji serî heta binî; beșên șadî, zindî, bi rîtmeke cezbker dom dike, rewșeke giyanî ya din tê de cîh nagre.
Ev șemaya saziyê herwiha ji bo stranên dînî û dîlokan jî derbas dibe.