Mirina Welatparêzê hêja Weysî Zeydanli

Nûkirin pêncşem 30 gulanê 2024 - 15:50

Em bi xemgîniyeke mezin agahdar bûn ku rewşenbîr û welatparêzê hêja, beşdarê civînên me yên Kurmancî, Weysî Zeydanli di 28ê Gulana 2024an de li Stockholmê jiyana xwe ji dest daye.

Kek Weysî di sala 1937an de li bajarê Betlîsê hatibû dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê û ya navîn li wir temam kiribû û piştre li Enqerê hiqûq xwendibû. Ew di sala 1969an de li bajarê Tatwanê dest bi parêzeriyê dike. Piştî darbeya eskerî ya 1970yan çend caran tê girtin û tevî piraniya welatparêzên kurd ên wê demê li Diyarbekirê tê darizandinê.

Di salên 1975-1977an de arîkariya kovarên kurdî Rêya Azadî û Roja welat dike û dibe endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê. Piştî darbeya eskerî ya 1980yan ew naçar dimîne wekî gelek rewşenbîrên kurd tê Ewropayê û li Swêdê bi cîh dibe. Ew di sala 1997an da vegeriya welêt û cardin dest bi karê xwe yê parêzeriyê kir lê di 2016an de ji ber tenduristiya xwe vegeriya Swêdê cem malbata xwe.

Kek Weysî, him di salên xwe yên xwendekariyê, him di yên parêzeriyê de timî beşdarî xebatên siyasî, civakî û çandî yên kurdî bûye. Li Swêdê jî endamekî hêja yê civînên Koma Kurmancî ya Enstîtuya kurdî bû. Li Kurdistanê û li nav civata kurdî ya derveyî welêt weke rewşenbîrekî welatparêz dihate hiz kirin.

Wefata wî hemû dost û hevalên wî gelek xemgîn kirin..

Ewê li gor wesiyeta wî cenazê wî li Stockholmê bê veşartinê.

Bila serê her du kurên wî û keça wî sax be, gelê kurd sax be.

Enstîtuya kurdî ya Parîsê