Nasandina ferhenga kurdî-fransizî li Kurdistanê

Nûkirin yekşem 21 gulanê 2017 - 18:54

Nasandina yekem a Ferhenga kurdî-fransizî ya Enstîtuya kurdî bi awayekî sembolîk li paytextê Kurdistana azad Hewlêrê pêk hat.

Nasandin roja yekșemê, 21ê gulanê li Akademiya kurdî bi beșdariya endamên Koma Kurmancî, berpirsên Akademiya kurdî û mêvanên bijare yên Kurdistanê çê bû.

Kendal Nezan qasî 45 xulekan behsa dîroka vê ferhengê, xebata destpêkê ya Mîr Kamran Bedirxan kir û got bi çi awayî ew nêzîkî 40 salan li ser vê ferhengê xebitîne û pașiyê jî bersiva pirsên guhdaran da.

Dotmîr Sînemxan Bedirxan, keça Mîr Celadet Bedirxan jî beșdarî civînê bû û tê de axaftineke kurt kir û dilxweșiya xwe nîșan da.

Medyayên Kurdistanê cîhekî fireh dan derketina vê ferhenga ku bi qasî 85 000 peyvên ji hemû zarava û devokên kurdî bi wergera wan a fransizî tevî bi hezaran mînakên bikaranîna peyvan pêșkêș dike.