Nûkirin sêşem 7 îlonê 2021 - 17:05
Em bi xemgînî radigihînin ku kesayetiya navdar Xatûn Ferda Cemîl Paşa, di 31ê tebaxê de li Stenbolê koça dawîn kir. Heval û hevkara me ya demdirêj, hem di nav civaka Kurdên Fransayê de û hem jî di nav hevalên Enstîtuya Kurdî de baş dihate nasîn û hiz kirin.
Ferda Cemîl Paşa, simayeke sereke ya civaka sivîl û femînîzma Kurdistanê, di heman demê de pêşengek pêşverû û karsazek bû, ku beşdarî ji nû ve avadankirina Kurdistanê jî bû. Şirketên wê avahiyên Wezareta Çandê, Wezareta Navxwe, Akademiya Polîs û çend nexweşxane li Hewlêrê, û deverên din, ava kirin. Çalakvana xêrxwaz, ji hêla Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan (UNHCR) ve ji bo destpêşxeriyên xwe yên pirjimar di pêşwazîkirina penaberên îranî, afganî û piştre jî Kurdên Başûr li Tirkiyê, hatibû xelat kirin. Di gel xebatên wê yên karsazî û avakirinê, wê çalakiyên alîkarî û xêrxwaziyê ji bo penaberên kurd ên sûrî û êzîdî yên ku li Kurdistana Başûr hatibûn bicîh kirin berdewam kir. Hevkara nêzîk a Enstîtuyê, ew ji 2007 ta 2012an rêvebiriya studyoya Hewlêrê ya kanala me ya çandî ya kurdî KURD1ê kir û ji aliyê hunermend û rewşenbîrên herêmî ve bikêfxweşî hat pêşwazî kirin.
Ferda Xan di 1951 de li Şamê, li xerîbiyê, di malbateke kurd a arîstokrat de, ku di salên 1910-1930 de, di nav tevgera neteweyî ya kurdî de bû û roleke pêşeng lîst, ji dayik bû. Bapîrê wê, Cemîl Paşa, yek ji payebilindên Osmanî bû, ku bi taybetî walîtiya Yemenê kiriye. Zarokên wî, ku li dibistanên herî baş ên Stenbol û Swîsreyê xwendibûn, bûn neteweperwerên kurd û piştî Şerê Cîhanî yê Mezin ê ji bo Kurdistaneke serbixwe têkoşîn. Gava li Tirkiyê Mistefa Kemal bi ser ket, ew neçar man ku Diyarbekirê biterikînin û biçin Binê Xetê sirgûnê, ango Suriyeya ku wê demê di bin hikmê Fransayê de bû. Wan li wir jî xebata xwe ji bo doza kurdî domand. Hikûmeta Tirkiyê dest danîbû ser hemû mal û milkên wan. Di destpêka salên 1970yî de, piştî demek kurt a lîberalbûna rejîma tirkî, hin endamên malbata wan, wekî Wecdî Begê bavê Ferda Xan, vegeriyan Tirkiyeyê. Ferda Xan, li Diyarbekirê lîse qedand û li Zanîngeha Haceteppe ya Enqerê xwendina xwe di warê biyolojiyê de kir, ku di 1980yî de bi serfirazî qedand. Li zanîngehê weke milîtan, beşdarî çalakiyên ji bo doza kurdî û femînîzmê bû. Wê çalakiyên xwe dema rejima leşkerî ya 1980yî de bi awayekî nehînî, paşê di qada legal de domandin, heya mirina wê ya bêwext di 70 saliya xwe de, li nexweşxaneyek Stenbolê.
Ferda Xan ji bilî kurdî, tirkî û erebî, ingilîzî û farisî jî zanibû. Ferda Xan keseke nefs piçûk û ciwamêr bû. Li Kurdistanê, di nav demokratên tirk, surî û gelek Rojavayiyan de, Frensiz jî tê de, dihate hez kirin. Bi taybetî jî li Hewlêrê herkesî jê hez dikir û rêza wê digirt. Şîna wê, di 2 -ê îlonê de, li bajarê wê yê hezkirî Diyarbekirê li hewşa sereke ya Qesra Cemîl Paşa hat girtin, ku rûniştgeha wan bû û malbata wê diyarî Bajarê Diyarbekirê kiribû, ku wê jî ew kir muze.
Xwedê wê bi dilovaniya xwe şa bike û ciyê wê bihişt be!