Belgefîlma Waar TVJeudi 21 novembre 2024 à 18h46

Belgefîlmeke nû ya Waar TV li ser Enstîtuya kurdî ya Parîsê


  

Mirina Welatparêzê hêja Weysî ZeydanliJeudi 30 mai 2024 à 15h50

  

Kanala YouTube ya Enstituya kurdîMardi 28 mai 2024 à 17h56

  

Wefata Dengbêj Feyzoyê Rizo Jeudi 9 novembre 2023 à 17h15

  

Wefata Ferda Cemîl PaşaMardi 7 septembre 2021 à 17h05

Em bi xemgînî radigihînin ku kesayetiya navdar Xatûn Ferda Cemîl Paşa, di 31ê tebaxê de li Stenbolê koça dawîn kir. Heval û hevkara me ya demdirêj, hem di nav civaka Kurdên Fransayê de û hem jî di nav hevalên Enstîtuya Kurdî de baş dihate nasîn û hiz kirin. 


  

Sersaxî ji bo Prof Dr Nadir NadirovJeudi 26 août 2021 à 17h28

Van rojan nûçeyên reş û xemgînîyê yek li dû yek digihên me. Niha jî me bihîst ku Prof Dr Nadir Nadirov ji nav me bar kiriye, çûye ber dilovanîya Xwedê. Xwedê wî bi dilovanîya xwe şad bike, sebir û metanetê bide mal û malbata wî û behiştê bike para wî.


  

Wefata Prof Kinyazê Îbrahîm MîrzoyevLundi 9 août 2021 à 18h00

Me bi dilekî birîndar û pir xemgîn wefata Kurdê welatparêz û dostê xwe yê qedirbilind, pêşengê Kurdên Sovyeta Berê prof Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev bihîst. Civata kurdî ciwanmerdekî xwe ji dest da. Me xweşmêrekî xwe, zanyar û piştmêrekî doza kurdî bêwext winda kir. Vê bûyera reş, bi taybetî endamên malbata wî û bigiştî jî welatparêzên kurd xist nav xemeke diltezîn û giran.


  

Li Sûrê dîrok hat paqijkirin û avahiyên dişibin girtîgehê hatin çêkirinVendredi 4 decembre 2020 à 16h00

mezopotamyaajansi.com |MA / Cahît Ozbek - Tolga Guney | 2 Kanûn 2020

AMED – Li Amedê 6 taxên navçeya Sûrê 5 sal in qedexekirî ne. Taxên navçeyê yên qedexekirî bi biryara Desteya Wezîran “Qada bi rîsk” hat ragihandin û ji sedî 70’yê navçeyê bi makîneyên kar hilweşandin û avahiyên li gorî rantê û polîsan hatin çêkirin.


  

HEMÎD KILIÇASLAN WEFAT KIRVendredi 27 novembre 2020 à 17h50

Em bi xemgînîyeke mezin hîn bûn ku hevalê me yê hêja û berketî Hemîd Kiliçaslan vê îniyê 27/11/2020an ji ber nexweşiya korona yê li Enqerê çû ber dilovaniya Xwedê.


  

Dr. Necmedîn Kerîm wefat kirMercredi 4 novembre 2020 à 17h32

Em bi xemgîniyeke mezin didin zanîn ku hevalê me yê hêja, cîgirê serekê Enstîtuya me, welatparêzê dilsoz, Dr. Necmedîn Kerîm di şeva 30 û 31.10.2020ê de li Waşîngtonê ji ber nexweşina seretanê di 71 saliya xwe de wefat kir.